Îro salvegera ava kirina bajarê Silêmaniyê ye

2 salan paytexta hikûmeta Melik Mehmûd bûye.
کوردستان TV
100%

Beriya 240 salan hatiye avakirin.

Bajarê Silêmanî di roja 14ê Mijdara sala 1784an de ji aliyê Îbrahîm Paşahê Baban ve û li ser navê bavê xwe Silêman paşa hatiye avakirin.

Bajarê Silêmanî rixmî ku, weke navendeke rewşenbîrî bûye hevdem navendeke girîng ya bazirganiyê bûye û noqteya dawî ya xeta Ediwiye bûye ku, ji Hindistanê destpê kiriye hatiye Îranê û ji Îranê jî heta Silêmaniyê hatiye.

Sala 1922 heta 1924 Silêmanî paytexta hikûmeta Melik Mehmûd bûye, Seraya Silêmanî ku, îro weke Mûzexaneyê tê bikar anîn di dema xwe de navenda îdare kirin û birêvebirina bajarê bûye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.