Serokê herêmê û balyozê Franseyê civiyan

Franse berdewam dibe li ser piştîvanî kirina herêma Kurdistanê.
کوردستان TV
100%


Behsa rewşa deverê û têkiliyên navbera Kurdistan û Franseyê hate kirin.

Duhê êvarê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Franseyê yê li Îraqê Patrick Durrell kir û di civînê de her du alî giftûgo derbarê têkiliyên Franseyê yên li gel herêma Kurdistan û Îraqê û pêngavên ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê kirin.

Di civînê de balyozê Franseyê jiber serkeftina prosesa hilbijartinê pîrozbayî li Serokê herêmê kir û ragihand ku, rêjeya bilind ya beşdarî kirina welatiyan vê yekê îsbat dike ku, xelk girîngî bi pêşeroja xwe dide.

Herwiha her du alî tekez li ser ava kirina hikûmetek kirin ku, bikaribe bersifa daxwaz û armancên xelkê Kurdistanê yên di warê aramî û pêşkeftinê de bide.

Ji aliyê xwe ve balyozê Franseyê jî tekez li ser berdewamiya pêbendiya welatê xwe bo hevkarî kirin û piştîvanî kirina herêma Kurdistanê kir û Serokê herêma Kurdistanê jî spasiya piştîvaniyên berdewam y ên Franseyê bo herêma Kurdistan û Îraqê kir.

Di beşeke din ya vê civîna han de giftûgo derbarê pêşhatên herêmî de hate kirin û her du alî tekez li ser dûr xistina Îraqê ji alozî û nakokiyên heyî yên li deverê de kirin.

Rewşa siyasî ya herêma Kurdistanê, rewşa giştî ya Îraqê û çend mijarên din yên cîhên girîngiya hevbeş babetên din yên vê civînê bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.