Behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî kir.
Di civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasiya Îraqê û guhertin û pêşhatên dawî yên li deverê de hate kirin û her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku, di warê têkilî û hevahengiya navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî de gavên baş hatine avêtin.
Di berdewamiya civînê de Mihemed Sûdanî jiber serkeftina prosesa hilbijartinê pîrozbayî li Serok Barzanî kir û hêvî xwest ku, bi lez aliyên siyasî bo ava kirina hikûmeta nû lihev bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin