Nêçîrvan Barzanî piştîvaniya xwe bo Konsulusê Misirê diyar kir.
Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Misirê yê li herêma Kurdistanê Mehmûd Faroq Yûsif kir.
Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê pîrozbayî li Mehmûd Faroq kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest û piştîvaniya xwe jî bo serxistina pîwerdariya wî, jê re ragihand.
Her di heman civînê de her du alî behsa xwesteke hevbeş ya bo pêşde birina têkiliyên du alî kirin û ragihandin ku, lazime têkiliyên heyî werin bihêztirkirin.
Hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, rewşa Îraq û deverê mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin