Di encama êrîşê de çend navendên çekdaran hatine wêrankirin.
Fermandariya navendî ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kiriye û têde nivîsandiye, îro çarşem 13ê Mijdarê belafirên me yên cengî weke bersifek bo êrîşên komên çekdar y ên li Sûriyeyê bo ser hêzên Amerîkî, êrîşeke berfire y asmanî birine ser çend navendên girîng ya wan çekdaran.
Di daxuyaniya Fermandariya navendî de hatiye diyarkirin ku, di encama êrîşa balefirên cengî yên Amerîkayê de çend navendên cebelxane, biryargehên navendî û enbarên çek û cîhên din yên komên çekdar hatine wêrankirin.
Weke tê zanîn duhê jî bi heman awayî hêzên Amerîkî li Sûriyeyê çend êrîş dijî komên çekdar pêk anîbûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin