Sê şervan canê xwe ji dest dane.
Birêveberatiya asayîşa xweser li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku, îro danê sibê bombeyeke vedayî bi karwaneke hêzên ewlekarî re teqiyaye.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, di encama vê teqîna han de herî kêm 3 şervan canê xwe ji dest dane.
Di daxuyaniya asayîşê de hatiye diyarkirin ku, dema karwaneke hêzên wan bi mebesta paqêj kirina gundên derdorê Hesekê ji terorîstên DIŞIê û paşmayiyên DIŞIê xwestine biçin pîwerdariyek bicîh bînin, bombeyeke vedayî bi wan re teqiyaye û di encam de sê şervan canê xwe ji dest dane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin