Êrîşî ser komên çekdar yên Îranî hate kirin

derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
کوردستان TV
100%

Fermandariya navendî ya Amerîkayê dibêje ev êrîşa han bersifek bûye.

Fermandariya navendî ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye ku, weke bersifdayîna êrîşên komên çekdar yên Îranî yên li Sûriyeyê yên bo ser hêzên Amerîkî, şeva derbasbûyî balefirên cengî yên Amerîkayê êrîşeke berfire birine ser pêgehên wan komên çekdar.

Di daxuyaniya han de behsa vê yekê nehatiye kirin ku, êrîş li kûderê pêk hatiye û zirarên êrîşê nehatine diyarîkirin lê behsa vê yekê hatiye kirin ku, êrîşên komên çekdar yên Îranî bo ser hêzên Amerîkî ti zirareke wan nebûye.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.