Îsraîl êrîşî ser awahiyekê kiriye.
Li gor çapemeniya Sûrî duhê bişev artêşa Îsraîlê ji bilindahiyên Golanê êrîşî ser awahiyekê li navçeya Seyide Zeyineb ya li Dîmeşqê kiriye.
Çapemeniya rejîma Sûrî dibêje di encama êrîşa han de gelek welatiyên medenî bûne qurbanî lê çapemeniya cîhanî û jêderên din eşkere kirine ku, Îsraîl êrîşî ser awahiyekê kiriye ku, têde komên çekdar hebûne û di encama êrîşa han de herî kêm 7 çekdar hatine kuştin û zêdetir ji 20 çekdarên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin