Nêçîrvan Barzanî spasiya Japonê dike

Japon li ser bihêztir kirina têkiliyan bi îsrare.
کوردستان TV
100%

Balyozê Japonê xatir ji Serokê herêmê xwest.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Japonê yê li Îraqê Matsumoto Futoshi kir ku, jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya xwe serdana Serokê herêmê kiribû.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rixmî spasî kirina balyozê Japonê jiber hewlên wî yên bo pêşde birina têkiliyên du alî hevdem hêviya serkeftinê bo wî di pîwerdariya nû de xwest.

Serokê herêmê herwiha spasiya rola erênî ya Japonê ya bo piştîvanî kirina aramî û awedaniya Îraq û herêma Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve balyozê Japonê jî spasiya aliyên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê kir û tekez li ser xwesteka welatê xwe ya bo pêşde birina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê kir.

Hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, rewşa giştî ya Îraqê û rewşa deverê mijarên din yên vê civînê bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.