Serok Barzanî: Doza gelê Kurdistanê ti carî paşve naçe

Serok Barzanî û balyozê Japonê behsa rewşa deverê kirin.
کوردستان TV
100%

Li gel Serok Barzanî civiya.

Îro balyozê Japonê yê li Îraqê Futoshi Matsumoto kir.

Di civînê de balyozê Japonê yê li Îraqê ku, jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya xwe serdana Serok Barzanî kiribû, xatira xwe ji Serok Barzanî xwest û rêzdariya xwe ya li hember xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê bo gehêştin bi azadî diyar kir û rola Serok Barzanî jî di qonaxên curbicur yên dîroka xebata gelê Kurdistanê û prosesa siyasiya Îraq û Kurdistanê de bilind nirxand.

Her di heman civînê de giftûgo derbarê dîroka tevgera azadîxwaz ya gelê Kurdistanê û berxwedana gelê Kurdistanê hate kirin û Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, doza gelê Kurdistanê ti carî paşve naçe û ev destkeftên ku, niha hene di encama qurbanîdana gelê Kurdistanê de hatine bidestxistin û ne diyariya ti kes û aliyekê ne.

Di beşeke din ya vê civînê de her du alî tekez li ser pêşde birina têkiliyên dostane yên di navbera gelê Kurdistan û gelê Japonê de di warên curbicur de kirin.

Rewşa siyasiya Îraqê û rewşa deverê mijarên din yên vê civînê bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.