Serokwezîr li gel balyozê Japonê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Japonê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê Japonê yê li Îraqê birêz Futoshi Matsumoto kir ku, jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya xwe serdana me kiribû.
Me spasiya balyozê Japonê kir jiber, hewldana wî yabo pêşde birina têkiliyên du alî û herwiha bi rêzdarî ve me balkêşande ser hevkarî û projeyên ajansa JICAya Japonî yên li herêma Kurdistanê de.
Balyozê Japonê xwesteke welatê xwe bo bihêztir kirina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê di warên curbicur de diyar kir û jiber serkeftina hilbijartinên parlementoyê pîrozbayî li me kir.
Girîngiya ava kirina hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê mijareke din ya giftûgoya me bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin