WSJ: Îran bûye dijminên sereke yê Trump

dibêje Îsraîl di nava 2 mehan de li navendên etomî yên Îranê dide.
کوردستان TV
100%

Şêwirmendê Trump jî dibêje vê Îsraîl li navendên etomî yên Îranê bide.

Rojnameya Amerîkî ya WSJ belav kiriye ku, jiber hewldanên rejîma Îranê yên bo kuştina Trump, ji bilî ku, Îran bûye dijmineke sereke ya Amerîkayê, hevdem bûye dijmên sereke û takekesî yê Trump û di dema desthilatdariya nû ya Trump de vê Amerîka dorpêçên kujer yên abûrî bi ser Îranê de bisepîne.

WSJ herwiha belav kiriye ku, Şêwirmendê Trump, Mike Evans ji kanala i24 re jî gotiye ku, Trump piştîvaniya êrîşên Îsraîlê yên bo ser Îranê bi taybetî navendên etomî  yên Îranê dike û Trump razî bûye ku, di nava du mehan de Îsraîl li navendên etomî yên Îranê bide.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.