Trump dibêje lazime têkiliyên Îraq û Amerîkayê werin guhertin.
Li gor daxuyaniyeke nivîsîngeha Serokwezîriya Îraqê, her yek ji Serokwezîr Mihemed Sûdanî û Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefûnê peyvîne û di vê peywendiya han ya telefûnî de her du alî derbarê têkiliyên navbera Îraq û Amerîkayê de giftûgo kirine û tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên han kirine.
Her di heman peywendiya han ya telefûnî de Trum ji Sûdanî re gotiye ku, lazime têkiliyên navbera Amerîka û Îraqê ji têkiliyên ewlekarî û leşkerî bo têkiliyên abûrî, bazirganî û enerjiyê werin guhertin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin