Îsraîl navendên çekdarên Îranî bordiman kir

navendên locistîkî yên hizbulah û çekdarên Îranî hatine wêrankirin.
کوردستان TV
100%

Gelek çekdarên Îranî hatine kuştin.

Li gor çapeniya Sûrî duhê artêşa Îsraîlê bi rêya balefirên xwe yên cengî navçeya Seyide Zeyneb li Başûrê Dîmeşqa paytext bordiman kiriye.

Çapemeniya Sûrî diyar kiriye ku, armanca bordimana han navendên locistîkî yên çekdaran bûye û di encama bordimana han de rixmî wêran kirina çend navendan hevdem 7 endamên hizbulahê hatine kuştin û zêdetir ji 5 çekdarên din jî birîndar bûne.

Weke tê zanîn beriya niha Serokwezîrê Îsraîlê jî tekez li ser vê yekê kiribû ku, vê rêya gehandina hevkariyên Îranê bo hizbulahê bi rêya Sûriyeyê re vê qut bikin û nehêlin Îran bi rêya Sûriyeyê hevkariya hizbulahê bike.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.