Balyoza Amerîkayê pîrozbayî li Serok Barzanî dike

dibêje PDK vetoya xwe li ser ti kes û aliyek nîne.
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî li gel Balyoza Amerîkayê civiya.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Îraqê Xatûr Alina Romanawski kir.

Di civînê de ku, Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê Steve Bittner jî têde beşdar bû, balyoza Amerîkayê jiber serkeftina prosesa hilbijartinê û serkeftina PDK di hilbijartinê de pîrozbayî li Serok Barzanî kir û tekez li ser vê yekê jî kir ku, hilbijartin di rewşeke azad, demokratîk û dûr ji aloziyên deverê hatiye kirin û wêneyeke baş ya herêma Kurdistanê nîşanî cîhanê daye.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî jî spasiya civaka cîhanî, komîsyona bilind ya hilbijartinan kir ku, rixmî kêşeyên teknîkî lê roleke berçav bo serxistina prosesa hilbijartinên parlementoya herêma Kurdistanê lîstine.

Di berdewamiya civîna han de nîqaş li ser pêngavên ava kirina hikûmeta nû ya herêmê û danûstandinên aliyên siyasî hate kirin û Serok Barzanî balkêşande ser vê yekê ku, PDK tîmek bo giftûgo kirin li gel aliyên din bo ava kirina hikûmeta nû û bernameya hikûmeta nû diyar kiriye û got: PDK li ser ti aliyekê vetoya xwe tuneye.

Her di heman civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasî, ewlekarî ya deverê û pêşhatên Rojhilata Navîn hate kirin û her du alî nêrînên xwe yên derbarê prosesa siyasiya Îraqê û hilbijartina Serokê nû ya parlementoya Îraqê anî ziman.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.