Îran dibêje bi dijwarî êrîşî ser Îsraîlê dike.
Li gor nûçeyeke Rojnameya Amerîkî ya WSJ rayedarên spaha Pasdaran ya Îranê diyar kirine ku, Rêberê Îranê fermana êrîş kirine ser Îsraîlê daye û niha spah û aliyên din amadekariyên pêwîst bo vê yekê dikin.
Li gor WSJ ev rayedarên Îranî diyar kirine ku, êrîşa vê carê ya Îranê gelek berfire û dijwar dibe û Îran di êrîşê de çekên nû û pêşkeftî bikar tîne.
Ji aliyê xwe ve Îsraîl û Amerîka jî xwe bo rûbirû bûna êrîşa Îranê amade dikin û Amerîka jî dibêje eger Îran êrîş bike, vê Amerîka nikaribe pêşiya Îsraîlê bigire û Îsraîl vê jêrxana abûriya Îranê bi temamî ji nav bibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin