Îro duşem wezareta navxwe ya Tirkiyeyê ev ferman daye.
Îro duşem wezareta navxwe ya Tirkiyeyê fermana danîna qeyûman bo sê Şaredariyên DEM patiyê der kir û di vê çarçoveyê de ev her sê Şaredariyên DEM partiyê hatin dorpêçkirin.
Li gor çapemeniya Bakûrê Kurdistanê wezareta navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm bo Şaredariyên Mêrdîn, Xelfetê li Rûhayê û Şaredariya Îlihê hatine danîn.
Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî li Îstenbûlê piştî girtina Şaredarê navçeya Esenyûrt ya CHP, qeyûm bo vê Şaredariyê jî hatibû danîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin