Civata ewlekariya nîştimanî ya Îranê jî ev biryar pejrandiye.
Li gor çapemeniya Îranê Rêberê Îranê Elî Xamneyî ferman bi hêzên Îranî daye daku, her çawe bûye bersfia êrîşa Îsraîlê bo ser Îranê bidin.
Piştî vê fermanê, civata ewlekariya nîştimanî ya Îranê jî ev ferman pejrandiye û spah û aliyên têkildar yên Îranê jî bo bersifdayîna Îsraîlê ketine nava liv û tevgeran.
Ji aliyê xwe ve Îsraîl û Amerîka jî dibêjin eger Îran êrîş bike, vê carê vê Îsraîl gelek bi dijwarî li Îranê bide.
ji aliyê xwe ve endamekî civata ewlekariya nîştimanî ya Îranê bi navê Îsmaîl Kewserî ragihandiye ku, dem û çawetiya êrîşê ji aliyê hêzên têkildar ve tê diyarîkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin