Gotiye em nikarin pêşiya êrîşên Îsraîlê bigirin.
Gefên Îranê yên bo dubare êrîş kirine ser Îsraîlê didomin û Îsraîl jî dibêje eger Îran êrîş bike vê bersifeke kujer bide Îranê.
Di vê derbarê de ajansa sputnik belav kiriye ku, Serokê Amerîkayê Jeo Biden nameyek bo Tehranê şandiye û di nameya han de Jeo Biden huşdarî daye Îranê û gotiye: Eger Îran dîsa êrîşî ser Îsraîlê bike vê demê vê Îsraîl bersifeke kujer û wêranker bide Îranê û Amerîka jî nikare pêşiya êrîşên Îsraîlê bigire û Îsraîl tevahiya jêrxana abûriya Îranê jinav dibe.
Amerîka herwiha ji Îranê re gotiye ku, nikare vê yekê gerentî bike ku, êrîşa Îsraîlê weke êrîşên berê be û Amerîka nikare pêşiya êrîşên Îsraîlê jî bigire.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin