Ji aliyê terorîstên cîhadî yên Tirkiyeyê ve hatine revandin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê, terorostîn cîhadî yên ku, navê polîsa leşkerî li xwe kirine zextên xwe yên dinjî welatiyên Kurd yên li Efrîn û derdorê didomînin.
Di nûçeya han de hatiye nivîsandin ku, ev komên han duhê 5 welatiyên din yên Kurd li navçeyên curbicur yên Efrînê revandine û bo cîheke nediyar veguhastine û heta niha çarenivîsa wan nediyare.
Weke tê zanîn revandina welatiyên Kurd li Efrîn û derdorê bûye kareke rojane û bo azad kirina wan daxwaza pereyan ji kesûkarên wan tê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin