Serok Barzanî bo Nûjdarên Kurd: Destên we pîrozin

behsa pîvanên ava kirina hikûmeta nû kir.
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî di kongreya nûjdarî ya mezopotamiyayê de gotarek pêşkêş kir.

Îro bi amadebûna Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî 10mîn kongreya nûjdarî ya Mezopotamiyayê hate lidarxistin û têde Serok Barzanî gotareke kurt pêşkêş kir ku, ev jî naveroka gotara Serok Barzaniye;

Bi navê xwedê mezin

Mêwanên hêja tevahiya we bixêr hatin, ez gelek kêfxweşim ku, beşdarim di vê kongreyê de û di xizmeta we deme û spasiya we dikim.

Girîngiya vê kongreyê gelek zêdeye, hatina ev hemû nûjdaran bo Kurdistanê, zengîniyeke gelek mezine, ev yek jî nîşaneya vê yekêye ku, takê Kurd eger derfet jê re were dayîn gelek jêhatiye û gava li her cîheke cîhanê Kurdek serkeftî dibe em gelek pê kêfxweş û serfiraz dibin.

Bê Gorman kerta tendirostiyê gelek girînge bo tevahiya netewan, di salên derbasbûyî de me girîngiyeke baş bi kerta tendirostî daye û lazime girîngiyeke zêdetir bi vê kertê were  kirin û hêvî dixwazim ku, ti welatiyekî Kurd ji niha û pêde bo tedavî kirinê neçe derveya welat belku, li welatê xwe çareseriye xwe wer bigire û ez di vê baweriyê deme ku, nûjdarên me dikarin bi awayeke pisporane vê yekê jî çareser bikin û rê nedin welatiyên me bo çareseriyê biçin derveya welat.

Hun dizanin di roja 20ê Cotmehê de hilbijartin hate kirin û tişta ku, em pê serfirazin eve ku, hilbijartin bi awayeke demokratîk û serkeftî hate meşandin, gelek kes hêviya vê yekê dikirin ku, hilbijartin neyê kirin anjî alozî derkevin lê hilbijartin bi awayeke serkeftî hate meşandin û niha jî lazime hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê li ser wan 4 pîvanan were avakirin, yek herêm, ye hikûmet, yek parlemen û yek pêşmerge.

Herwiha lazime pêşiya ava kirina kargehên çê kirina madeyên hişber û karên din yên derqanûnî were girtin û lazime qanûn serwer û serdest be.

Ez bawer dikim ku, niha dem dema vê ye ku, em hizra planên steratejîkî bikin bi taybetî di warên tendirostî, perwerde, abûrî û gelek warên din de.

Di demên pêş de kêşeya avê dibe yek ji kêşeyên sereke ya mirovatî lewre lazime em hesabê xwe bikin û xwe ji kêşeya bêaviyê bidûr bigirin û destxweşî jî li hikûmetê dikim ku, heta niha kariye gelek bendavan ava bike û lazime ev prosesa han berdewam be.

Serok Barzanî herwiha anî ziman ku, bihîstina nûçeyên derbarê destpê kirina prosesa aştiyê li Tirkiyeyê me gelek kêfxweş kiriye, lê tenê gotin ne bese.

Careke din spasiya we dikim, erkê we gelek pîroze, destên we pîrozin û destên we sax bin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.