Kurdistan û Holenda têkiliyên xwe bihêztir dikin.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyoza nû ya Holendayê li Îraqê Janet Alberta kir.
Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê jiber destbikar bûna wê weke balyozê Holendayê pîrozbayî li Janet Alberta kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest û tekez li ser piştîvaniya herêma Kurdistanê û aliyên têkildar bo wê kir.
Ji aliyê xwe ve balyoza Holendayê jî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê diyar kir û jiber serkeftî bûna prosesa hilbijartinê jî pîrozbayî li Serokê herêmê kir.
Di berdewamiya civînê de her du alî tekez li ser xwesteka xwe bo bihêztir kirina têkiliyên du alî kir û Serokê herêmê jî stayîşa rola Holendayê di nava hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê de kir.
Têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, pêşhatên dawî yên rewşa aloz ya Rojhilata Navîn û bandora aloziyên han li ser deverê mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin