Girtin û revandina welatiyên Kurd berdewame

zextên li ser welatiyên Kurd li deverên dagîrkirî berdewamin.
100%

Di mehekê de 41 welatiyên Kurd hatine giritin.

Li gor daxuyaniyeke navenda tomarkirina tavanên komên çekdar û artêşa Tirkiyeyê li Bakûrê Sûriyeyê, girtin û revandina welatiyên Kurd ji aliyê komên terorîst yên ser bi Tirkiyeyê ve berdewame.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, tenê di Cotmeha îsal de herî kêm 41 wselatiyên Kurd ji bajarên dagîrkirî yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê komên terorîst yên ser bi Tirkiyeyê ve hatine girtin û revandin.

Navendê diyar kiriye ku, di sala 2022an de bi giştî 720 û di sala 2023an de jî bi giştî 478 welatiyên Kurd ji aliyê wan komên terorîst ve hatine girtin.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.