Behsa henarde kirina petrola herêma Kurdistanê hate kirin.
Êvara îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel balyoza Amerîkayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Êvara îro me pêşwaziya balyoza Amerîkayê li Îraqê birêz Alina Romanuski kir.
Mijara sereke ya giftûgoya me taybet bû bi hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û encamên hilbijartinê.
Balyozê Amerîkayê ji ber serkeftina prosesa hilbijartinê pîrozbayî li me kir û balkêşande ser vê yekê ku, prosesa hilbijartinê bi awayeke rêk û pêk û di rewşeke normal û aştiyane de hatiye meşandin û rêjeya beşdarîkirinê jî bilind bûye.
Li ser girîngiya destpê kirina rêkarên ava kirina kabîneya nû û jihev fêm kirina aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê di vê warî de, hemfikir bûn.
Di beşeke din ya civînê de me nîqaş li ser hewlên destpê kirina henarde kirina petrola herêma Kurdistanê û pêwîstiya çareser kirina kêşeyên berdem prosesa henarde kirinê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin