4 rojan ev pêşengeha han berdewam dibe.
Îro sêşem 29ê Cotmehê Serokwezîr Mesrûr Barzanî 5mîn pêşengeha navnetewî ya hêlbirîn û bînasaziyê li Hewlêrê vekir.
Piştî merasîma vekirinê Serokwezîr serî li tevahiya beşên vê pêşengehê da û ji nêz ve zaniyarî derbarê berhemên nû û pêşkeftinên nû yên di warê hêlbirîn û bînasaziyê de wer girt.
Di vê pêşengeha han de zêdetir ji 260 kompaniyên navxweyî û biyanî beşdarin.
Pêşengeh heta 1ê Mijdarê berdewam dibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin