Serokê herêmê û Emar Hekîm civiyan

dibêje lazime aliyên siyasî bihevre bixebitin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Îraq û deverê hate kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê tevgera hikme ya nîştimanî ya Îraqê Emar Hekîm kir.

Di civînê de jiber serkeftina prosesa hilbijartinê Emar Hekîm pîrozbayî li Serokê herêmê kir û giftûgo derbarê têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û rewşa deverê hate kirin.

Her du alî tekez li ser girîngiya dom kirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê kir û li ser çareser kirina kêşeyan bi jihev fêmkirinê û li ser esasê destûrê dibe sedema bihêztir kirina aramiya Îraqê hemfikir bûn.

Her di vê derbarê de hevkarî û xebata hevbeş ya di navbera aliyên siyasî û pêkhateyên Îraqê de bo berejwendiyên welat bi pêngaveke girîng hate wesifkirin.

Di dawiya civînê de her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku, lazime tevahiya aliyan hewl bo parastina aramî û asayîşa li Rojhilata Navîn de bin û nabe Îraq bikeve nava aloziyên heyî yên li deverê de.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.