Serokwezîr spasiya hikûmeta Îspaniyayê dike

behsa çareser kirina kêşeyên navbera herêmê û hikûmeta federalî hatiye kirin.
100%

Li gel balyoza Îspaniyayê civiya.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel balyoza nû ya Îspaniyayê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyoza nû ya Îspanyayê li Îraqê birêz Alicia Rico Perez del Pulgar kir.

Di civînê de rixmî pîrozbayî kirin li birêz Alicia Rico Perez del Pulgar hevdem hêviya serkeftinê jî jê re xwest û spasiya hevkarî û piştîvaniya Îspanyayê ya di çarçoveya hevpeymaniya navnetewî ya li dijî DIŞIê kir.

Balyoza Îspanyayê jî tekez li ser pêşde birina têkiliyên welatê xwe yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê di warên curbicur de kir û jiber serkeftina prosesa hilbijartinên parlementoyê jî pîrozbayî li me kir.

Girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî li ser esasê destûr û rêz girtin ji sîstema federalî û pêşgeha destûrî ya herêma Kurdistanê mijareke din ya civîna me bû.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.