PDK: Ewleviyeta me parastina herêma Kurdistanê ye

PDK li bendêye daku, encamên hilbijartinê werin pejrandin.
100%

Komîteya navendî ya PDK duhê civiya bû.

Komîteya navendî ya partiya demokrata Kurdistanê duhê civiya û piştî civînê jî daxuyaniyek hate belavkirin.

Di civînê de giftûgo derbarê encamên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û rewşa heyî ya li deverê de hatiye kirin.

Piştî bi dawî bûna civînê jî daxuyaniyeke nivîskî bo raya giştî hate weşandin û têde tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku, PDK bo hewldanên ava kirina hikûmeta nû, li bendêye daku, encamên hilbijartinê werin pejrandin.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de PDK tekez li ser vê yekê kiriye ku, bo ava kirina hikûmetê ti xeteke sor ya wan li ser ti aliyekê tuneye lê ewleviyeta wan parastina pêgeha federalî û qanûnî ya herêma Kurdistanê ye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.