Serokwezîr li gel Konsulusê Almanyayê civiya

behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hatiye kirin.
100%

Behsa têkiliyên du alî hatiye kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Konsulusê nû yê Almanyayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Konsulusê nû yê giştî yê Almanyayê li herêma Kurdistanê birêz Albrecht von Wittke kir.

Rimxî pîrozbayî kirin li wî hevdem me piştîvaniya hikûmeta herêma Kurdistanê bo Konsulusê giştî yê Almanyayê diyar kir û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Konsulusê giştî yê Almanyayê jî amadebûna welatê xwe bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyan li gel herêma Kurdistanê diyar kir.

Di rojeveke din ya giftûgoyê de me balkêşande ser serkeftina prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê ku, di rewşeke aram û demokratîk de hatiye meşandin, rixmî hebûna çend kêşeyên teknîkî û bêpar bûna hijmareke zêde ji dengderan ji mafê dengdanê.

Li ser girîngî û pêwîstiya bilez destpê kirina hewldanên ava kirina kabîneya 10an ya hikûmeta herêma Kurdistanê bo xizmet kirina zêdetir ya welatiyên herêma Kurdistanê.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.