Urdin: Me dronek xistiye erdê

dibêje drona han li nêzî bajarê Erbidê hatiye xistin.
100%

Dibêje çend dron bi asmanê Urdinê re derbas bûne.

Li gor nûçeyeke malpera Roya ya Urdinî şeva derbasbûyî, çend dron bi asmana Urdinê re derbas bûne û sîstema berevanî ya Urdinê kariye yek ji wan dronan ku, bi asmanê bajarê Erbid re derbas bûye bixin erdê.

Roya li ser zarê rayedarên Urdinî diyar kiriye ku, ev drona ku, ji aliyê sîstema berevanî ya Urdinî ve hatiye xistin lê gundên nêzî bajarê Erbidê ketiye erdê û ti zirarên canî û madî lipey nebûye.

Heta niha Urdin eşkere nekiriye ku, ev dronên han ji kûderê ve hatine şandin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.