Îsraîl: Ti gerentî bo êrîş kirine ser jêrxana abûriya Îranê tuneye

dibêje her cure bijardeyek li ber destê me ye.
100%

Wezîrê enerjiyê yê Îsraîlê daxuyanî daye.

Aloziyên navbera Îsraîl û Îranê didomin û her çend Îran dibêje ku, naxwaze li gel Îsraîlê şer bike lê eger Îsraîl êrîş bike vê bersif bide.

Îsraîl jî dibêje vê bersifa êrîşa Îranê gelek bi dijwarî bide û êrîşa Îsraîlê bi awayek dibe ku, Îran texmîna vê nedikir û nake.

Di vê derbarê de wezîrê enerjî yê Îsraîlê Ellie Cohen diyar kiriye ku, vê Îsraîl bi dijwarî êrîşî ser Îranê bike, tişta ku, heta niha me kiriye tenê sedî 10 ji karînên me bûye.

Ellie Cohen tekez li ser vê  yekê kiriye ku, ti gerentî tuneye ku, Îsraîl êrîşî ser navendên etomî û stasiyonên petrolê yên Îranê neke û li dijî Îranê her cure bijardeyek li berdestê Îsraîlê deye.

Ji aliyê xwe ve îro Serokê Amerîkayê jî diyar kiriye ku, Îsraîl detayên êrîşên xwe yên bo ser Îranê ji wan re parve kiriye.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.