Êrîşên Amerîkayê yên dijî Hûsiyan didomin

5 cebelxaneyên mezin yên hûsiyan hatine jinav birin.
کوردستان TV
100%

Vê carê Amerîka bi balefirên B2 êrîşî ser Hûsiyan kiriye.

Li gor çapemeniya cîhanî, êrîşên Amerîkayê yên li dijî hûsiyên Yemenê yên ku, ji aliyê Îranê ve têne piştîvanîkirin berdewamin.

Çapameniya herêmê jî diyar kiriye ku, şeva borî hêzên Amerîkî bi balefirên cengî yên ji cureya B2 êrîşî ser gelek navendên çekdarên hûsî li deverên curbicur yên li Yemenê kiriye.

Her di vê warî de wezareta berevanî ya Amerîkayê jî diyar kiriye ku, balefirên B2 9 caran êrîş kirine û 5 cebelxaneyên mezin yên hûsiyan bi temamî hatine wêrankirin.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.