Tevahiya debistanan hatin daxistin.
Berî nîvroya îro çarşem li bajarê Meletî ya li Bakûrê Kurdistanê erdhejeke mezin çê bû û welatî ji tirsa daketin derve.
Li gor daxuyaniya aliyên têkildar yên Tirkiyeyê tundiya erdhejê 5.9 pile li ser pîwana rîşter bûye û hinek aliyên din weke resedxaneya Qendilî jî dibêjin ku, tundiya erdhejê 6 pile bûye.
Ti zirarên canî yên erdhejê nebûne lê derbarê zirarên madî de heta niha ti zaniyarî nehatine belavkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin