Serokwezîr bendava Gomespan vekir

dibêje ev her du proje rewşa vê deverê gelek bi başî diguherin.
100%

Kevira bingehîn ya cadaya Gomespan bo Simaqolî jî danî.

Îro bi merasimeke fermî li devera Gomespanê Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi fermî bendava Gomespanê vekir û kevira bingehîn ya cadeya du bande ya Gomespan û Simaqolî jî danî û gotareke kurt jî pêşkêş kir.

Di destpêka gotara xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kirk u, gelek kêfxweşim ku, îro li gel weyên birêz liwir kom bûna bo vekirina du projeyên girîng bo xelkê Kurdistanê, ku, yek ji wan bedava Gomespane û ewa din jî danîna kevira bingehîn ya cadeya dubane ya Gomespan bo Simaqoliye.

Ev bendava han yaku, karên çê kirinê têde bi dawî hatine, bandoreke gelek zêde li ser rewşa deverê dike, dibe çavkaniya dabîn kirina avê, bo Hewlêrê, dibe cîheke mezin bo xwedî kirina masiyan û herwiha dibe cîheke torîstîkî li vê deverê de û çavkaniya ava vê bendavê ava baranê ye.

Em dixwazin bi ava kirina vê bendavê û bendavên din ava binerdê weke samaneke nîştimanî biparêzin û fêde ji ava baranê jî webigirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir ku, em berdewam dibin li ser cîhbicîh kirina projeyên bi vê rengî jiber ku, armanca me avedan kirin û pêşde birina Kurdistanêye.

Ava kirina vê bendavê ji bilî fêdeyên diyar herwiha dibe sedemeke mezin bo afirandina derfetên karî û pêşde birina kerta çandiniyê li vê deverê e.

Mesrûr Barzanî gazind ji xelkê kir û ragihand ku, xelkeke gelek zêde serdana vê deverê dike, lê hinek ji wan xelkan parastina jîngehê liber çav nagirin, lewre ez ji wan daxwaz dikim ku, hevkar bin bo parastin û paqêj hêştina jîngehê jiber ku, Kurdistan mala tevahiya me ye.

Projeya din jî projeya cadeya du bande ya Gomespan bo Simaqolî ku, ev jî projeyeke gelek girînge û xizmeta avedaniya Kurdistanê dike û dibe sedema asankarî kirin bo hatûçûya welatiyan.

Vekirina vê cadeya han bandoreke gelek mezin li ser veguhastinê û bihevre girêdana bajar û bajarokên Kurdistanê dibe

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.