Tirkiye du leşkerên rejîmê û şervanekî HSD kuşt

beriya du rojan rayedarekî civata leşkerî ya Minbicê jî hatibû kuştin.
100%

Gundeke Minbicê bi dijwarî topbaran kiriye.

Li Minbicê di topbarana Tirkiyeyê de 2 leşkerên Sûriyeyê, şervanekî HSDyê û sivîlek hatin kuştin.

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê gundê Ereb Hesen ê Minbicê bi dijwarî bombebaran kirin.

Li gorî çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di encama topbaranan de lîwayek û leşkerekî Sûriyeyê hatin kuştin.

Her wiha sivîlek û şervanekî hêza "komandos" yê HSDyê di heman topbaranê de canê xwe ji dest da.

SOHRê da zanîn ku doh jî endamekî Konseya Leşkerî ya Minbicê di topbarana Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.