Serok Barzanî û nunerê Sekreterê NY civiyan

behsa rewş û pêşhatên heyî yên li deverê de kirin.
100%

Behsa rewşa Îraq û deverê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî bo karûbarên Îraqê Dr. Mihemed Elhesan kir.

Di civînê de Serok Barzanî jiber destbikar bûna wî pîrozbayî li Mihemed Elhesan kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest.

Di berdewamiya civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasî û pêşhatên heyî yên li Îraq û deverê, metirsiyên berdem aramiya Îraq û deverê û rola NY ya bo çareser kirina kêşeyan hate kirin.

Têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û girîngiya meşandina hilbijartinan di nava rewşeke aram û şafaf de mijarên din yên vê civînê bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.