Serokwezîr li gel nunerê Sekreterê NY civiya

behsa amadekariyên hilbijartinên Kurdistanê jî hate kirin.
100%

Behsa hilbijartin û serjimêriya Îraqê hatekirin.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê kir û piştî civînê jî wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî bo li Îraqê birêz Dr. Mihemed Elhesan kir.

Rixmî pîrozbayî kirin li wî jiber destbikar bûna xwe li Îraqê, hevdem her cure piştîvaniyake herêma Kurdistanê bo serxistina erkê wî bow î diyar kir.

Me tekez li ser girîngiya berdewamiya rola NY bo parastina aramî, aştî û asayîşê li Îraq û herêma Kurdistanê de kir.

Nunerê taybetî y ê Sekreterê giştî yê NY li Îraqê behsa vê yekê kir ku, herêma Kurdistanê mînakeke baş ya pêşkeftin û awedaniyêye û dikare bibe mînak û model bo tevahiya deverên din yên Îraqê û tekez li ser amadebûna NY bo her cure hevahengiyek li gel hikûmeta herêma Kurdistanê kir.

Mijareke din ya civîna me taybet bû bi amadekariyên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û li ser girîngiya meşandina hilbijartinê di nava rewşeke aram, dadmend û dûr ji her cure binpêkirin û sextekariyekê hemfikir bûn.

Her di heman civînê de me nîqaş li ser serjimêriya giştî ya şêniyên Îraqê kir ku, biryare roja 20ê Mijdarê were kirin.

Me ev yek anî ziman ku, piştîvaniya prosesa serjimêriyê dikin lê lazime tenê bo pêşxistin û pêşde birina xizmetgozariyan û berejwendiyên tevahiya welatî û pêkhateyên Îraqê be û nabe bo ti mebesteke siyasî were bikaranîn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.