Êrîşî ser hêzên Amerîkî hate kirin

dron beriya bigehêje navendê hatiye xistin.
100%

Bi dron êrîşî ser hêzên Amerîkî hatiye kirin.

Li gor zaniyariyên berdest, îro danê sibê komên çekdar yên ser bi Îranê bi dron êrîşî ser navendeke hêzên Amerîkî li Dêra Zorê kirine.

Jêderên herêmî diyar dikin ku, drone çekdarên Îranî ji aliyê hêzên Amerîkî ve beriya bigehêje navenda hêzên Amerîkî hatiye xistin û ti zirareke vê êrîşê tuneye.

Weke tê zanîn roja 10ê Cotmehê Amerîka bi dehan cîhên avêtina hajek û dronên komên çekdar yên li derdorê Dêra Zorê wêran kiribû.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.