Îro roja dawî ya propagendeyê ye

Konsulusxaneyên 13 welatan bo çavdêrî kirinê amadene.
100%

Seat 12ê şev propagende tê rawestandin.

Komîsyona bilind  ya hilbijartinên Îraqê daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye îro roja dawî ya propagendeyê ye û seat 12 şevê her cure propagendeyek tê rawestandin û her aliyek jî pêbend nebe vê were cezakirin.

Komîsyon herwiha daxwaz ji xelkên ku, kartên xwe yên dengdanê wer negirtine biçin kartên xwe wer bigirin jiber ku, îro roja dawî ya wergirtina wan kartaye.

Herwiha komîsyonê eşkere kiriye ku, zêdetir ji hezar û 500 çavdêrên biyanî navên xwe bo çavdêrî kirina hilbijartinê tomar kirine û Konsulusxaneyên 13 welatan jî amadebûna xwe bo çavdêrî kirina hilbijartinan diyarî kirine.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.