Mesrûr Barzanî: Tendirostiya xelkê bo me gelek girînge

dibêje di demên pêş de sîstema bîmeya tendirostî jî dikeve meriyetê.
100%

Beşdarî di konferanseke taybet bi reformên kerta derman û tendirostî de kir.

Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî di konferanseke taybet bi reformên nava kerta tendirostî û dermanê de kir û gotarek jî pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî anî ziman ku, kerta tendirostî gelek girînge û pêşde birina vê kerta han yek ji xalên sereke yên bernameya kabîneya 9an bûye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku, bo pêşde birina kerta tendirostî û reformên kerta dermanê gelek gavên girîng avêtiye û berdewam dibe li ser wan pêngavan jiber ku, bo me tendirostiya xelkê li her tişteke din girîngtire.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, bernameya wan ewe daku, di warê tendirostî de xizmetgozariyên baş û asan pêşkêşî xelkê bikin û dixwazin wisa bikin ku, welatiyên Kurdistanî bo derman kirinê neçine derveya welat û bo vê yekê jî heta niha çend nexweşxaneyên mezin û pêşkeftî hatine avakirin û berdewam dibin li ser ava kirina nexweşxane û navendên din yên pêşkeftî yên tendirostî.

Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, di warê tendirostî û dermanê de tenê girîngî bi bajarên mezin nadin belku, gund û bajarok jî cîhê girîngiyeke taybetin û bernameya hikûmetê wisaye ku, ji niha û pêde şêniyên bajarok û gundan neçar nebin bo derman kirinê serdana bajarên mezin bikin.

Serokwezîr herwiha behsa danîna skîteran li ser dermanan kir û ragihand ku, ev pêngaveke girînge bo kontrol kirina derman û kiwalitiya dermanan û pêşî girtin ji hatina dermanên qaçax lewre lazime welatî hişiyar û baldar bin û ev dermanên ku, skîter li ser wan nebe bi ti awayî wan bikar nehînin.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku, niha kar li ser vê yekê dikin daku, sîstema bîmeya tendirostî jî bixin kar û bi vê awayî welatî jî tendirostiya xwe bîme bikin lê hevdem lazime welatî jî hişar bin, sporê bikin, liv û teverên xwe zêde be, cerbandinên pêwîst yên nûjdarî di demên pêwîst de bikin û xwarin û vexwarinên baş bixwen.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.