Swêd: Lazime spaha Pasdaran weke terorîst were nasîn

beriya niha çend welatên din jî heman daxwaz pêşkêş kiribûn.
100%

Daxwaz ji Yekîtiya Ewrûpayê kiriye biryarek bide.

Hikûmeta Swêdê bi fermî daxwaz ji Yekîtiya Ewrûpayê kiriye daku, biryare derbarê spaha Pasdaran ya Îranê de bide.

Hikûmeta Swêdê di daxwaznameya xwe de ragihandiye ku, jiber rola spaha Pasdaran di nava aloziyên li Rojhilata Navîn de û herwiha jiber liv û tevgerên spahê li hin welatên Ewrûpî lazime spaha Pasdaran weke terorîst were nasîn.

Weke tê zanîn beriya niha jî çend welatên din yên Ewrûpî bi heman awayî daxwaz kirine daku, spaha Pasdaran weke tervgereke terorîstî were nasîn.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.