Rejîma Îranê neyarê Xamneyî binçav kir

ji Xamneyî re gotiye çina tu bo xwe naçî Libnanê şer bikî?
100%

Li ser Felestîn û Libnanê rexneyên tund li Xamneyî girtibû.

Li gor çapemeniya Îranî Ayetulah Muheqêq Yezdî ku, melayekî navdar û xwedan hêze di nava rejîma Îranê de, beriya çend rojan di gotareke xwe de li ser mijara Felestîn û Libnanê rexneyên tund li Rêberê şoreşa Îranê Alî Xamneyî kiriye û jê re gotiye şaşe nabe tu liwir rûnî û ji xelkê Felestîn û Libnanê re bêjî biçin dijî Îsraîlê şer bikin û şehîd bibin, ev şaştiyeke mezin û di her warî de zirarê dide Îranê.

Yezdî herwiha diyar kiriye ku, eger Xamneyî bo xwe û her çar zarokên xwe biçin Libnan û Felestînê şer bikin vê demê ez jî li gel wan diçim, lê şehadet û cîhad bi rûnîştin û bikaranîna kesên din nabe.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.