Serokê herêmê û şandeke Amerîkî civiyan

Amerîka berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.
100%


Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê hate kirin.

Duhê bişev Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkî bi Serokatiya Kongrêsman Seth Moultan kir û di civînê de stayîşa têkiliyên Amerîkayê yên li gel herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî hate kirin.

Serokê herêma Kurdistanê rêzdariya Kurdistanê bo piştîvaniyên berdewam yên Amerîkayê bo herêma Kurdistanê diyar kir û ji aliyê xwe ve Kongrêsmanê Amerîkî jî tekez li ser vê yekê kir ku, Kongrêsa Amerîkayê weke dost û piştîvanîkerê herêma Kurdistanê berdewam dibe.

Hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, reformên wezareta pêşmerge, pêşhatên Rojhilata Navîn mijarên din yên vê civînê bûn ku, têde Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar be.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.