Îsraîl: Êrîşa me wêranker û kujer dibe

dibêje bila rejîma Îranê li bendê be.
100%

Wezîrê berevanî yê Îsraîlê daxuyanî daye.

Wezîrê berevanî yê Îsraîlê Yoav Gallant duhê çarşem derbarê êrîşa çaverêkirî ya Îsraîlê ya dijî Îranê daxuyanî daye.

Wezîrê berevanî yê Îsraîlê Yoav Gallant eşkere kiriye ku, êrîşa Îsraîlê bo ser Îranê ji nîşkave dibe lê wêranker û kujer jî dibe.

Gallant diyar kiriye ku, bila rejîma Îranê li bendê be û encamên vê êrîşê bibîne.

Ji aliyê xwe ve Îran jî gef dike û dibêje eger Îsraîlê êrîş bike vê carê Îran êrîşên mezintir dijî Îsraîlê pêk tîne.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.