6 endamên DIŞI hatine kuştin

êrîş li navçeya Xeyis ya li parêzgeha Selahedînê pêk hatiye.
100%

Li Selahedînê di êrîşeke artêşa Îraqê de hatine kuştin.

Artêşa Îraqê îro sêşem ragihand ku, di encama êrîşeke balefirên cengî yên Îraqê bo ser pêgehên terorîstên DIŞI li Selahedînê herî kêm 6 endamên DIŞIê hatine kuştin.

Artêşa Îraqê diyar kiriye ku, balefirên F16 yên Îraqî êrîşî ser pêgeh û eşkeftên DIŞI yên li navçeya Xeyis ya li Selahedînê kirine û di encama êrîşa han de herî kêm 6 endamên DIŞI hatine kuştin.

 

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.