Mesrûr Barzanî kargeha Kavîn Farm vekir

dibêje emê girîngî didin kertên pîşesazî û çandiniyê.
100%

Mezintirîn projeya ajeldarî li Kurdistan û Îraqê ye.

Îro li Dihukê Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi merasîmeke fermî mezintirîn projeya berhem anîna şîr û penîr ya li Kurdistan û Îraqê bi navê Kavîn Farm vekir.

Ev projeya han projeyeke ajeldarî û berhem anîna şîr û penîrê ye ku, dikare rojane 120 hezar lître şîr berhem bîne û bi 80 miliyon dolaran hatiye avakirin.

Di vê projeya han de herî kêm 2 hezar û 500 kes kar dikin.

Di merasîma han de Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, gelek kêfxweşim ku, ev projeya ku, beriya du salan me kevira vê ya bingehîn danîbû îro dikeva kar û ji vê jî zêdetir gelek kêfxweşim ku, li Kurdistanê projeyên steratejî li Kurdistanê têne vekirin.

Serokwezîr anî ziman ku, kargeha Kavîn Farm ku, li devera Simêlê hatiye avakirin nîşaneya steratejîkbûna pêgeha Simêlê ye û fêdeya vê kargehê netenê bo Simêl û Dihukê belku, bo tevahiya Kurdistanê dibe.

Serokwezîr di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku, vekirina vê projeyê dibe sedema bihêztir bûna jêrxana abûriya Kurdistanê û wisa dike ku, projeyên din yên bi vê rengî werin cîhbicîhkirin û ava kirina projeyên bi vê rengî dibin sedema bihêztir kirina abûriya Kurdistanê û asayîşa xwerakê jî bihêztir dikin jiber ku, asayîşa xwerakê bo her welat û neteweyek gelek girînge û ez gelek kêfxweşim ku, di vê çarçoveyê de gavên gelek girîng hatine avêtin.

Afirandina derfetên kar bo xelkê Kurdistanê yek ji armancên mene û lazime kerta taybet jî bi cîhbicîh kirina projeyên wisa derfetên karî zêdetir biafirênin daku, xelk çavê xwe li damezrandina xwe li dezgehên fermî nebin jiber ku, afirandina derfetên karî pêngaveke din ya girîng yabo parastina asayîşa xwerake.

Mesrûr Barzanî axaftinên xwe domand  û got em dixwazên di rojên pêş de gelek girîngî bi kerta pîşesazî û çendiniyê bidin daku, bikaribin berhemên Kurdistanê jî bo welatên derve bişînin ku, ev jî abûra Kurdistanê dixe nava rêyeke baştir û dibe sedem ku, em weke gelê Kurdistanê kêmtir berhemên xelkên din û welatên derve bikar bînin.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.