Mesrûr Barzanî: Welat pêdivî bi xebat û qurbanî danê heye

dibêje bernameya PDK bernameya pêşxistina Kurdistanê ye.
100%

Li Dihukê li gel Mamoste û Xwendekaran civiya.

Cîgirê Serokê PDK Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Dihukê, îro li gel Mamoste û Xwendekarên Dihukê civiya û gotareke kurt jî pêşkêş kir.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ev yek anî ziman ku, kêfxweşin ku, li Kurdistanê Mamosteyên dilsoz û nîştimanperwer hene ku, rixmî qirîz û kêşeyan rê nadin prosesa perwerdehiyê were rawestandin.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ya gotara xwe de behsa propagendeya hilbijartinê kir û ragihand ku, nabe ti Berbijêr anjî ti endam û kadroyeke PDK zimaneke tund anjî helwesteke tund bikar bîne lazime her kes rêz li demokrasiyê bigire û aliyên din çi dikin bila bikin jiber ku, bo xelkê Kurdistanê piratîk girînge ne gotin.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, PDK xwedan yek bernameye ku, ev jî Kurdistanê û bo pêşde birina Kurdistanê pdk gelek xebat kiriye û berdewam dibe li ser xebata xwe jiber ku, welat û pêş xistina welat pêdiviya xwe bi xebat û qurbanî danê heye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.