Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Cejna Cemayê

Dibêje em berdewam dibin li ser piştîvanî kirina welatiyên Êzidî.
100%

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê Cejna Cemayê li xûşk û birayên Êzdî pîroz dike.

Naveroka peyamê:

Ez bi germî û pir bi dil Cejna Cemayê li tevahiya xûşk û birayên me yên Êzdî yên li Kurdistan, Iraq û li her cihekê cîhanê bin, pîroz dikim. Hêviya cejneke tena û aram ji bo hemûyan dixwazim, hêvîdarim ev cejne û hemû cejn û bîrhatinên wan, hertim bi xêr û xweşî vegerin.

Em careke din welatiyên xwe yên Êzdî piştrast dikin ku, wek hertim, dê her piştevan û parêzvanên maf û daxwazên wan bin, herwesa ji bo hemû pêkhateyên olî û neteweyî Herêma Kurdistanê dê her welatê pêkvejiyana aştiyane be.

Cejna Cemayê li hemûyan pîroz be û her sal bi xêr û xweşî be.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

06.10.2024

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.