Balefireke leşkerî ya rejîmê hatiye bordimankirin.
Li gor çapemeniya Erebî îro şemî danê sibê zû, Îsraîl bi çend balefiran êrîşî ser balefirgeha leşkerî ya Tedimûr ya li Rojhilatê Himsê kiriye.
Kanala Cezîre diyar kiriye ku, di encama êrîşa han de teqînên gelek mezin li balefirxaneyê çê bûne.
Heta niha ti zaniyarî derbarê hijmara kuştî anjî birîndaran de nehatiye belavkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin