Îran: Îsraîl nikare êrîşî ser navendên me yên etomî bike

Îsraîl jî xwe bo êrîşeke berfire dijî Îranê amade dike.
100%

Wezîrê derve yê Îranê li Qetereê ye.

Wezîrê derve yê Îranê Ebas Îraqçî ku, li gel Serokkomarê Îranê bi serdanek li Qeterê ye, di hevpeyvîneke xwe de li gel çapemeniya Qeterî ragihandiye ku, Îran bersifa Îsraîlê daye.

Îraqçî herwiha eşkere kiriye ku, eger Îsraîl bixwaze bersifa Îranê bide û êrîşî ser Îranê bike vê carê Îran gelek bi dijwarî bersifa Îranê dide.

Îraqçî herwiha eşkere kiriye ku, gelek zehmete Îsraîl êrîşî ser navendên me yên etomî bike jiber ku, cesaretê vê yekê nake.

Ji aliyê xwe ve çapemeniya Amerîkî jî li ser zarê rayedarên Amerîkî û Îsraîlî belav kiriye ku, Îsraîl xwe amade dike daku, bi dijwarî bersifa êrîşa Îranê bide.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.